Nûnerê ENKSê: PKK bi van êrîsan dixwaze danûstandinên Kurdî bide sekinandin

16 December 2020 15:21 0 dîtin
Nûnerê ENKSê: PKK bi van êrîsan dixwaze danûstandinên Kurdî bide sekinandin

PeyamaKurd – Nûnerê Encûmena Niştîmaniye Kurd li Sûriyê (ENKS) yê Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd, li ser bûyerên şewitandin û êrîşkirina ser ofîsên ENKS li Rojavayê Kurdistanê got, ewa ku PKK li Silêmaniyê dest pê kiriye niha li Rojavayê Kurdistanê berdewam dike û dixwaze danûstandinên hêzên kurdî bide sekinandin.

Nûnerê ENKSê li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd ji BasNewsê re daye xuyakirin, “Ewa ku PKKê li Silêmaniyê kir niha dixwaze derbasî Rojavayê Kurdistanê bike. Endam û çekarên PKKê dest bi şewitandina baregehên ENKSê kirine. Li Amûdê ofîsa ENKSê şewitandin. Li nav xelkê de jî dibêjin danûstandinên me berdewam dikin! Lê rast nabêjin.”

Newaf Reşîd dibêje, ‘PKK bi ferman û şîretên derekî dixwaze rewşê aloz bike. Niha li devera Silêmaniyê û beşek ji Rojava jî mijûlî xirabkarî û komployan e.’

Reşîd diyar kir ku PKK guh nade ti hêzeke Rojavayê Kurdistanê û guh nade wê arasteyê ku li Rojava daxwaza diyalogê dike.