Serokê ENKSê: Li Kobanî metirsiyeke mezin heye, divê behaneya hebûna PKKê nemîne

22 December 2024 14:02 0 dîtin
Serokê ENKSê: Li Kobanî metirsiyeke mezin heye, divê behaneya hebûna PKKê nemîne

PeyamaKurd -  Serokê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS)ê Silêman Oso, got ku ew li ser bingeha her sê rêkeftinên ku salên borî bi serpereştiya Serok Barzanî li Hewlêr û Duhokê hatine kirin amade ne bi Rêveberiya Xweser û PYDê re li hev bikin.

Oso herwiha diyar kir ku divê ji bo destpêşxêriya aştî û danûstandina ligel PYDê zemîneke hebe û êrîşên Ciwanên Şoreşger ên li ser baregeh û xwepêşandanên ENKSê bên rawestandin.

Serokê ENKSê di hevpeyvîna BasNewsê de da zanîn ku divê behaneya hebûna PKKê li Rojavayê Kurdistanê ji holê bê rakirin û wiha pê de çû:

Li Kobanîyê metirsiyeke mezin heye

“Me gelek kar kiriye ji bo yekrêziya gelê Kurdistanê, ku em nebin sedemê têkdanê. Îro Sûriye di qonaxeke nû de ye, rejîm hilweşiya ye, lê niha metirsiya mezin li ser gelê me heye. ENKS li ser du astan kar dike; yekem çawa em gelê xwe biparêzin? Îro metirsiyeke mezin li ser gelê me ye û bi taybet jî li Kobanê. Behaneya wan hebûna PKKê ye. Karê me yê serekî em wê metirsiyê ji holê rakin û behaneyên wan gruban ji dest wan derbixin.

Divê behaneya hebûna PKKê nemîne

Ya duyem jî ji bo yekrêzî û yekdengiyê em amade ne. Lê ew jî bi du rojan pêk nayê, niha ya girîng xala yekem divê em bicih bikin ango behaneya hebûna PKKê divê nemîne. Piştre divê em wê metirsiya li ser gelê xwe dûr bixin. Em wek ENKS nûnertiya gelê kurd dikin û nakevin bin ti fişar û tirsandinekê.’’