Mihemed Îsmaîl bû serokê nû yê ENKSê

02 January 2025 17:30 0 dîtin
Mihemed Îsmaîl bû serokê nû yê ENKSê

PeyamaKurd - Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Mihemed Îsmaîl weke serokê nû yê encûmenê hilbijart.

Desteya Serokatiya ENKSê îro 2yê Çileya 2025an li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civîya.

Hate ragihandin ku di civînekê li şûna serokê niha Silêman Oso, Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl, wekî serokê nû yê ENKSê hate hilbijartin.

Mihemed Îsmaîl kî ye?

Mihemed Îsmaîl Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê ye û li gundê Siwêdiyê yê gundewarê Dêrikê sala 1958an ji dayîk bûye. Îsmaîl, bawernameya Kolêja Zanistiyê ji zanîngeha Şamê sala 1982an wergirtiye û sala 1976an tevlî Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriyê bûye.

Îsmaîl sala 2021an yek ji damezrînerên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ye û herwiha di salên 2018-2023yan de serokatiya Şanda ENKSê di danûstandinên ligel aliyên opozîsyona Sûriyê kiriye. Mihemed Îsmaîl, 15ê Tebaxa 2016an ji aliyê asayîşa Rêveberiya Xweser ve hatibû girtin û 6 mehan di zîndanê de mabû.