Serokê ENKSê: Di nêzîk de em ê mizginiyê bidin gelê xwe
PeyamaKurd - Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl, di peyama xwe ya pîrozkirina Cejna Remezanê de got yekem cejn e bê rêjîma stemkar derbas dibe.
Mihemed Îsmaîl, behsa rêkeftina navbera aliyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand, di demeke nêzîk de ew ê mizgîniyê bidin gelê xwe û rêkeftina Kurdî ragihînin.
Îsmaîl da zanîn, ew ê li ser nerîna siyasî û bi yek şandê biçin Şamê da ku mafên gelê xwe bixwazin û got, wan bi PYDê re li hev kiriye.
Li ser hikûmeta nû ya Sûriyê jî got, em û milet ji ragihandina Hikûmeta nû dilgiran in û rexne lê girt ku nûnertiya Kurdan nehatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin