Îranê pêswazî li banga Ocalan a çekberdan û hilwesandina PKKê kir

28 February 2025 17:07 0 dîtin
Îranê pêswazî li banga Ocalan a çekberdan û hilwesandina PKKê kir

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Îranê pêşwazî li banga Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan a danîna çekan û hilweşandina PKKê kir.

Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro 28ê Sibatê roja Înê di civîna rojnamevanî de ragihand, “Her proseyeke ku bibe sedema rawestandina terorê û pêşxistina ewlehiya welatê cîranê me Tirkiyeyê, ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve pêşwazî lê tê kirin.”

Beqayî got ku Îran bi hêviye ku ev yek guhertinê li ser asta herêmê jî bandoreke erênî bike.

Hêjayî gotinê ye, di nameya Ocalan ya ji aliyê şanda Îmralî ya DEM Partiyê doh 27ê Sibatê piştî serdanê hate xwendin de, Abdullah Ocalan banga hilweşandin û çekberdanê li PKK û hemû komên wê kir.