Daxuyaniya "Kobanî" ya Mazlûm Ebdî

11 December 2024 09:21 0 dîtin
Daxuyaniya "Kobanî" ya Mazlûm Ebdî

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di peyama xwe ya têkildarî şer û pevçûnên îro yên li Kobanî de wiha got: “Şervanên me li bejahiya Kobanî berxwedaneke lehengî nîşan dan û rê li ber hewldanên komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike û ber bi Kobanî ve bi pêş ve diçûn girtin.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser hesabê xwe yê Mazlûm Ebdî X têkildarî şer û pevçûnên bi komên çekdar ên dewleta Tirk ên li Kobanî ya Rojava re daxuyaniyek da.

Mazlûm Ebdî got, "Şervanên me yên li bejahiya Kobanî berxwedaneke qehremanî nîşan dan û pêşî li hewldanên komên bi piştgiriya Tirkiyeyê yên ku ber bi Kobanî ve bi pêş ve diçûn girtin."

Mazlûm Ebdî di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:

“Şervanên me ji bo parastina Bendava Tişrînê û dabînkirina ewlehiya herêmê jî berxwedana xwe didomînin. Ji bo biryardarî û fedakariya we gelek spas.”