Pistî ketina Samê yekem daxuyaniya Koska Spî: Rêveberiya Biden bi hevkaran re tim di pêwendiyê de ye

08 December 2024 11:23 0 dîtin
Pistî ketina Samê yekem daxuyaniya Koska Spî: Rêveberiya Biden bi hevkaran re tim di pêwendiyê de ye

PeyamaKurd – Piştî ku opozîsyona Sûriyê ya HTŞ pêşengiya wê dike ketina Şamê û rejîma Esed a Sûriyê ragihand, ji Koşka Spî ya Amerîkayê daxuyanî hate dayîn.

Berdevkê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Koşka Spî Sean Savett, li ser medya civakî Xê ragihand, Serokê Amerîka Joe Biden û tîma wî geşedanên awarte yên li Sûriyê diqewimin ji nêzîk ve dişopînin.

Savett wiha got: “Serok Biden û tîma wî, geşedanên awarte yên li Sûriyê rû didin ji nêz ve dişopînin û bi hevkarên herêmî re tim di nav pêwendiyê de ne.”