Ji Mezlûm Ebdî yekem peyama ketina Samê û guhertîna rejîma Sûriyê: Firsendek e

08 December 2024 10:31 0 dîtin
Ji Mezlûm Ebdî yekem peyama ketina Samê û guhertîna rejîma Sûriyê: Firsendek e

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, piştî ku hem opozîsyonê hem jî rêveberiya rejîma Sûriyê ketina Şamê ragihand, peyamek belav kir.

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê ragihand, “Em kêliyên dîrokî dijîn di demeke ku dibin şahidê ketine rejîma otorîter a Şamê li Sûriyê.”

Ebdî got, “Ev guhertüin, ji bo avakirina Sûriyeyeke hemû mafên gelê Sûriyê misoger dike û demokrasî û edaletê dabîn bike, firsendek e.”

Herwiha Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî, piştî ku hêzên wan ketibûn Dêrazorê jî li hemû herêmên parêzgeha Dêrazorê ya ketiye bin kontrola hêzên wan efûya giştî ragihandibû.

Ebdî bang li hemû welatiyan kiriye ku berevaniya ewlehî û aştiyê bikin û wiha got: “Em pişta xwe didin rola xelkê û eşîran ku pêşiya aloziyê bigirin û herêmê biparêzin. Hêzên me li pişta we ne.”