Ji Mezlûm Ebdî peyama Tirba Siltan Silêman: Em amade ne rê vekin
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, biryardariya xwe ya ji bo vegerandina tirba Sultan Silêman Şah a ji bo cihê wê yê kevin, dubare kir û got ku ew amade ne rêya heta cihê tirbê vekirî bihêlin û alîkariyên ji bo hêsankirinê pêşkêş bikin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî, li ser hesaba xwe ya Xê derbarê mijara vegerandina cihê berê yê Tirba Siltan Silêman de peyamek belav kir.
Mezlûm Ebdî got: "Li gorî lihevkirinên navneteweyî, em biryardariya xwe ya vegerandina termê Sultan Silêman Şah a li cihê wê yê kevin dubare dikin. Em amade ne rêya heta wî cihî vekirî bihêlin û tevahî alîkariyan ji bo hêsankirina derbasbûnê ya di pira Qereqozaqê re ber bi cihê termê ve pêşkêş bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin