Ji Mezlûm Ebdî peyama civîna Urdinê: Ji bo dîyalog û aramiyê gaveke bingehîn e

15 December 2024 15:07 0 dîtin
Ji Mezlûm Ebdî peyama civîna Urdinê: Ji bo dîyalog û aramiyê gaveke bingehîn e

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, li ser belavoka encamnameya civîna bajarê Aqebe ya li Urdinê bo rewşa Sûriyê hate lidarxistin, peyamek belav kir.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew lutkeya Aqebe ya li ser rewşa Sûriyeya nû erênî dibînin û got, “Ev vê civînê wekî gaveke bingehîn a ber bi diyalogên çêker ên ji bo avakirina Sûriyeke nû ve dibînin. Em teqez dikin ku girîng e li gorî encamnameyê tevahî çalakiyên leşkerî li seranserî xaka Sûriyeyê werin rawestandin.”

Fermandarê HSDê di peyama ku li ser Xê belav kiriye de wiha got: “Em encamnameya lutkeya Aqebê ya wezîrên karên derve ya welatan Ereban a der barê Sûriyeyê de erênî dibînin. Di heman demê de em piştgiriya hewldana Erebî ya ji bo avakirina aramiya li Suriyeyê, dikin. Wekî gaveke bingehîn a ber bi diyalogên çêker ên ji bo avakirina Sûriyeke nû ve dibînin. Em teqez dikin ku girîng e li gorî encamnameyê tevahî çalakiyên leşkerî li seranserî xaka Sûriyeyê werin rawestandin.

Li Sûriyeyê istiqrar bi beşdarkirina tevahî aliyan û mîsogerkirina yekîtiya xaka wê ku rê li ber aştiyeke mayînde vedike, dest pê dike.”