Ji Mezlûm Ebdî peyama salvegera serhildana 12ê Adarê

12 March 2021 19:24 0 dîtin
Ji Mezlûm Ebdî peyama salvegera serhildana 12ê Adarê

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, bi boneya salvegera 17emîn a Serhildana 12ê Adara 2004an a Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir.

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Fedakariyên şehîdên serhildanê îro bi rêveberiyeke xweser a demokratîk tacîdar bûne ku hemû şêniyan hembêz dike, wan diparêze û ber bi azadî û rûmetê ve dibe.”

Ebdî dibêje, Serhildana 12ê Adara 2004an a li dijî zordariya rejîma Beasê, çirûska Şoreşa 19ê Tîrmeha 2012an a li Rojavayê Kurdistanê ye.

Salvegera serhildana Kurdên Rojavayê Kurdistanê