Rêveberiya Xweser pistî ketina Samê rewsa awarte ragihand

08 December 2024 08:43 0 dîtin
Rêveberiya Xweser pistî ketina Samê rewsa awarte ragihand

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, piştî ketina Şamê û rejîma Esed, bang li hemû saziyên xwe, “Divê hemû sazî û partiyên me rewşa alarmê derxin asta herî bilind.”

Rêveberiya Xweser piştî kontrolkirina Şamê ji aliyê komên opozîsyonê yên HTŞ serkêşiya wê dike daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji ber rewşa aloz a li tevahiya Sûriyeyê, em bang li gelê xwe, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Cewherî (HPC), hemû sazî, partî, rêxistinên me û hemû keç û kûrên gelê xwe dikin ku li hemberî provokasyonan ji bo parastina gund û bajarên xwe di asta herî bilind de baldar bin. Divê ew di hişyariya giştî de bin.”