Heyetên Rûsya û Amerîkayê li bajarê Cenewreyê civiyan

28 July 2021 22:50 0 dîtin
Heyetên Rûsya û Amerîkayê li bajarê Cenewreyê civiyan

PeyamaKurd – Di meha hezîranê de li bajarê Venewreyê serokê Amerîkayê Joe Biden û serokê Rûsyayê Vladimir Putin di hevdîtina xwe de soz dabûn hev ku li ser bernama sîlihên nukleerî hevdîtinan bikin û bigihên ancamekî.

Di berdewamiya hevdîtina her dû lîderan de, îro di 28 ê tîrmehê de heyetên her dû dewletan li bajarê Cenewreyê lihev civiyan. Serokatiya heyeta Rûsyayê cîgirê wezîrê karên derve Sergey Ryabkov û yê heyeta Amerîkayê cîgira wezîrê karên derve Wendy Sherman dike.

Hevdîtin li konsulxaneya Amerîkayê ya li Neteweyên Yekgirtî ya Cenewreyê têkirin. Li ser civînê her dû teref agahiyan ranegihandin lê konsulxaneya Amerîkayê hin wêneyên li ser civînê belav kirin.

Hat ragihandin ku % 90 ê sîlihên nukleerî di destê her dû dewletan de ye û babeta hevdîtina wan bêhtir li ser kontrola sîlihên nukleeriye. Ji bilî wê babetê, dê li ser êrîşên sîberî, mijara Ûkraynayê, bihevguhertina hemwelatiyên zîndanî yên her dû dewletan û hin mijarên din hene dê li serê biaxifin.

Serokên her dû dewletan soz dabûn ku dê şerekî sîlihên nukleerî qet nebe û mijar di rêya dîplomasiyê de bên helkirin. Putin, di hevdîtina meha hezîranê ya bi Biden re weha gotibû:

“Gelkî mijar hene em li ser wan biaxifin. Weka ez dibînim Amerîka an em her dû teref dixwazin bo pirsgirêkan derman peyda bikin.”