William Roback: “Pêwendiyeke dirêj a kurdan bi Amerîkayê re heye”

15 November 2024 15:05 0 dîtin
William Roback: “Pêwendiyeke dirêj a kurdan bi Amerîkayê re heye”

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê yê nûhilbijartî Donald Trump, çend kes ji bo postên bilind ên îdareya xwe eşkere kirine û nêzî ji 70 rojên din dê biçin Koşka Spî.

Ji nav wan kesên heta niha hatine pêşniyarkirin, çend kesayetên dostên kurdan hene, wekî Mike Walls û Marko Robbio ku li Kongreyê tekezî li ser mafên Kurdan kiriye. Tê çaverêkirin ku bi hebûna wan kesan li ser postên bilind ên îdareya Amerîkayê peywendiyên navbera Amerîka û Kurdistanê xurttir bibin.

Balyozekî berê yê Amerîkayê wiha difikire ku Amerîkayê pêwendiyeke demdirêj bi kurdan re heye û ev pêwendî ne têkildarî guhertinên îdareya Amerîkayê ye, lê hebûna hin kesayetên li nav wê îdareyê wê pêwendiyê dê bihêztir dike.

Balyozê berê ê Amerîkayê li Behrên û Sûriyeyê William Roback ji K24ê re gotiye, “Pêwendiyeke dirêj a kurdan bi Hikûmeta Amerîkayê re heye, hin kes di nav Hikûmeta Amerîkayê de hene ku baş serwextî vê pêwendiyê ne û hewl didin ku ji ew pêwendî dewam bikin û piştgiriya bo kurdan berdewam be. Gelekî zelal e ku her kesê ku dê biçe Koşka Spî, divê rêzê nîşanî pêwendiya navbera kurdan û Amerîkayê bide û bike çarçoveyeke berfireh a herêmî.”