Balyozxana Îranê ya Erbîlê di derbarê rêxistinên Kurdan de daxwuyanî da: Em wext dirêj nakin
PeyamaKurd – Rêvebirê baregeha konsulxaneya Îranê ya Erbîlê Seyyîd Haşimi ragihand ku ew bi israr dixwazin peymana navbera Tehran û Bexdayê ya ku ji bo 19 ê Êlûnê hatibû îmzekirin bicîh were. Dê wexta wê neyê dirêjkirin.
Îran û Iraq ji bo 19 ê Êlûnê de peyman îmze kiribûn ku partiyên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê ku li Herêma Kurdistanê dimînin, wan neqlî deverekî dinê bikin û wan ji çekan safî bikin.
Wezareta karên derve ya Îranê ragihandibû ku wê wextê peymanê dirêj nekin, peyman di 19 ê Êlûnê de diqede û mijarê birine hukumeta Bexdayê û heya Neteweyên Yekgirtî.
Li gor ragihandina Rûdawê; baregehên navendî yên partiyên Kurdan di 13 ê mehê de vala kirine û wan li vança Sîdekanê bicîh kirine û Buhira Zînê jî dewrî parastvanên sînorên Iraqê kirine. Li gor ragihandina Rûdawê; rêvebirekî PDK a Îranê weha ragihandiye:
“Li ser sînor ti hêzekî me yê leşkerî nemaye, xwe vekişandin. Ji sînor gelek dûr in.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin