Serokomarê Îranê Pezeskiyan derbarê bûyerên Sûriyê de daxuyanî da
PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan diyar kir ku divê kirîza li Sûriyeyê bi hevkariya welatên Îslamî were çareserkirin.
Mesûd Pezeşkyan di civîna hevbeş a hikûmet û parlamentoya Îranê de, derbarê bûyerên dawî yên Sûriyê de nirxandin kirin.
Pezeşkiyan destnîşan kir ku divê krîza ku li Sûriyeyê derketiye holê bi hevkariya welatên îslamî bê çareserkirin û wiha got, "Ez hêvî dikim ku welatên îslamî rê nedin nakokiyên navxweyî yên li herêmê bibe sedema bêîstiqrariyê."
Ji aliyê din ve di daxuyaniya Wezareta Derve ya Îranê de hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Erakçî wê îro serdana Şamê bike û piştgiriya Îranê ji Sûriyê re ragihîne û geşedanên dawî yên li Sûriyê binirxîne.
Herwiha hat ragihandin ku Abbas Erakçî wê piştî Sûriyê biçe Enqerê û li ser mijarên herêmî gotûbêj bike.
"Em piştgiriya xwe berdewam dikin"
Erakçî derbarê bûyerên li Sûriyê diqewimin de daxuyaniyek da rojnamevanan û got: “Îro ez ê serdana Şamê bikim û peyama Komara Îslamî ya Îranê bigihînim hikûmeta Sûriyê û got: "Em berdewam in li ser pêşkêşkirina piştevaniya bihêz ji artêş û hikûmeta Sûriyê re.” Erakçî got, "Ji bo me tu ferqa siyonîst û komên çekdar ên tekfîrî tune."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: "Piştî têkçûna Rejîma Siyonîst, dijmin hewil dide ku ji van komên têrorîst ji bo têkdana aramiya herêmê bi kar bîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin