Serok Barzanî pêswaziya Serokomarê Îranê Pezeskiyan kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ku bi serdaneke fermî çûbû Hewlêrê kir.
Piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdayê, îro derdora saet 08.15ê Serokomarê Îranê û şanda pê re gihîşt Hewlêra paytext. Pezeşkiyan ku yekem serdana xwe bo Herêma Kurdistanê pêk anîbû, li firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Mesûd Pezeşkyan beriya hevdîtina bi Serok Barzanî re, bi Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û rayedarên Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anîbû.
Pezeşkiyan serê sibê îro çarşemî 11.09.2024ê gihîşt Bexdayê û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ve hat pêşwazîkirin.
Pezeşkiyan ku yekem car bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd re hevdîtin pêk anî, bi rayedarên Hikûmeta Iraqê re ku di nav wan de Sûdanî jî hebû û serokên partiyan re hevdîtin kir.
Di bin serokatiya Sûdanî û Pezeşkiyan de di navbera Iraq û Îranê de 14 peymanên lihevkirinê hatin îmzekirin. Peymana ku hatiye îmzekirin wiha ye:
1. Peymana hevbeş di warê hevkarîya perwerdeyê de
2- Peymana hevbeş di warê ciwan û werzişê de
3. Peymana hevbeş di warê pevguhertina çandî, hunerî û arkeolojîk de
4. Peymana hevbeş li ser hevkariya di warê perwerdeyê de
5. Peymana hevbeş li ser hevkariya medyayê
6. Peymana hevbeş li ser hevkariyê di warê ragihandinê de
7. Peymana hevbeş di warê piştgirîya mêvanan de
8. Peymana hevbeş di warê herêmên azad de
9. Peymana hevbeş di warên çandinî û çavkaniyên xwezayî de
10. Peymana hevbeş di warê xizmetên posteyê de
11. Peymana hevbeş di warê parastina civakî de
12. Peymana hevbeş di warê perwerdeya pîşeyî û teknîkî de
13. Peymana hevbeş di warê geşepêdana hêzên karkirên Iraqî û Îranî yên şareza
14. Peymana hevbeş di warê çalakiyên odeyên bazirganî yên Iraq û Îranê de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin