Nêçîrvan Barzanî bi serokomarê nû yê Îranê re civiya
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku ji bo beşdariya merasîma destbikarbûna serokomarê nû serdana Tehranê kir, îro 31ê Tîrmehê bi Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re civiya.
Hate ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî îro ji bilî çend civînên bi rayedar û berpirsên Îranê re li gel Mesûd Pizîşkan jî civiya.
Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê ragihand: “Kêfxweş im ku min yekem roja wî ya kar bi Serokomarê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan re hevdîtin pêk anî.
Ez hêvî dikim ku ji bo bipêşxistina pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Îranê re em bi hev re kar bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin