Nêçîrvan Barzanî bi Serokomarê Azerbaycanê re civiya

18 February 2023 17:29 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi Serokomarê Azerbaycanê re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 2yemîn roja Konferansa Asayişa Munchenê de bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev re civiya.

Li gor zanyariyan, bi awayekî fermî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vexwendiye Azerbaycanê, Aliyev diyar kir, ew ji bo vekirina balyozxaneya xwe li Hewlêrê kar dikin.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de derbarê hevdîtinê de ev daxuyanî hat dayîn:

"Alîyan daxwaza xwe ya hevbeş ji bo berfirehkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Azerbaycanê de ji bo berfirehkirina danûstandinên bazirganî yên di navbera her du welatan de, serdanên şandên fermî û bazirganî nîşan dan."

Di hevdîtinê de hate gotin ku rewşa giştî ya navçeyê û herwiha mijarên ewlekarî û aramiyê hatine gotûbêjkirin.