Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Îranê yê Iraqê re civiya
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 21yê Kanûnê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Îrec Mescidî kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamî ya Îranê, bihêzkirina warên hevkariyên hevbeş, pêngavên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê, berdewamiya guftûgoyên çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de, metirsiyên terorê û êrîşên vê dawiyê yên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.
Hat diyarkirin ku her du alî li ser girîngiya karkirina ji bo parastina aramî û ewlehiya navçeyê, pêşvebirina pêwendiyên welatê navçeyê li ser bingeha dostayetî û berjewendiyên hevbeş hevnêrîn bûne û herwiha tekezî li pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin