Serok Barzanî pîrozbahî li Pezeskiyanê wek Serokomarê nû yê Îranê hat hilbijartin kir

06 July 2024 15:43 0 dîtin
Serok Barzanî pîrozbahî li Pezeskiyanê wek Serokomarê nû yê Îranê hat hilbijartin kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta hilbijartina wî wek serokomarê Îranê pîrozbahî li reformxwaz Mesûd Pezeşkiyan kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro (06.07.2024) di peyama xwe ya li ser tora civakî ya Xê de, bi helkefta hilbijartina Mesûd Pezeşkiyan wek serokomarê nû yê Îranê pîrozbahî lê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de ev agahî dan:

"Ez pîrozbahiyê li birêz Mesûd Pezeşkiyan dikim ji ber hilbijartina wî weke Serokê Komara Îslamî ya Îranê. Îran cîranekî girîng ê Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Hêvîdar im hemahengiya me li ser bingeha cîrantî, rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş kûrtir bibe."