Serok Barzanî pîrozbahî li serokomarê nû yê Iraqê Letîf Resîd kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pîrozbahî li Serokomarê nû yê Iraqê Letîf Reşîd kir ku îro 13ê Cotmehê di dengdana Parlamentoya Iraqê de hat hilbijartin.
Baregeha Barzanî ragihand, îro 13ê Cotmeha 2022an, Serok Mesûd Barzanî ji bo hilbijartina Letîf Reşîd wek Serokomarê nû yê Iraqê pîrozbahî li wî kir.
Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hat diyarkirin ku Serok Barzanî hêvî kir, “proseya siyasî ya Iraqê derbasî qonaxeke nû û erênî bibe.”
Hêjayî gotinê ye, Dr. Ebdulletîf Reşîd ku bixwe ji YNKê ye bi pêşniyara Partiya Demokrata Kurdistanê û vekişîna namzedê PDKê ku aliyên siyasî yên Iraqê jî piştevaniya wê pêşniyarê kirin, bi piraniya dengên parlamenteran wek serokomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin