Serokwezîr Barzanî pîrozbahî li Partîyên Komunîstên Kurdistan û Iraqê kir

31 March 2024 11:15 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî pîrozbahî li Partîyên Komunîstên Kurdistan û Iraqê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî, îro 31ê Adarê roja Yekşemê bi boneya salvegera damezrandina Partiyên Komunîst ên Kurdistan û Iraqê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serokwezîr Barzanî di peyaa xwe de got: “Ez hêvî dikim ku ew di têkoşîna xwe ya bênavber de berdewam bin.”

Mesrûr Barzanî ev peyam da: “Bi boneya 90 saliya damezrandina Partiya Komunîst a Kurdistanê û Partiya Komonîst a Iraqê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Sekreter, Komîteya Navendî û hemû endam û alîgirên Partiyên Komonîst ên Kurdistan û Iraqê dikim.”

Herwiha Serokwezîr got: “Hêviya serkeftinê ji bo her du partiyan dixwazim û hêvîdar im ku ew têkoşîna xwe ya bênavber ji bo bihêzkirina prensîpên azadî û demokrasiyê li Iraqê û piştgiriya mafên gelê Kurdistanê berdewam bikin.”