Mesrûr Barzanî pîrozbahî li serokwezîrê nû yê Brîtanyayê kir
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pîrozbahî Serokê Partiya Karkeran a Brîtanyayê ku wekî Serokwezîrê Brîtanyayê yê nû hatiye hilbijartin, kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 5ê Tîrmehê hesabê xwe yê Xê pîrozbahiya Serokê Partiya Karkeran a Brîtanyayê Keir Starmer kir, ku wekî Serokwezîrê Brîtanyayê yê nû hatiye hilbijartin.
Serokwezîr Barzanî got: “Rêzdar Keir Starmer, ez pîrozbahiya we dikim ku hûn wekî Serokwezîrê nû yê Brîtanyayê hatine hilbijartin.
Ez gelek bi dilxweşî li bendê me ku bi we re kar bikim, ji bo berdewambûna li ser hevpariya navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê ya bihêz.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, di hilbijartinê doh 4ê Tîrmehê yên Parlamentoya Brîtanyayê de, Partiya Karkeran bi wergirtina 410 kursiyan serkeftineke mezin bi dest xist û dawî li 14 salên desthilatdariya Partiya Mihafezekar anî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin