Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Serokwezîrê Yûnanistanê Miçotakis kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo cardin hilbijartina wî pîrozbahî li Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis kir.
Serokwezîr Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê got: “Ez pîrozbahiyê li Kyriakos Mitsotakis dikim bi sedema cardin hilbijartina wî wek Serokwezîrê Yûnanistanê.”
Mesrûr Barzanî da zanîn: “Ez bi dilxweşî çaverêya bihêzkirina dostanî û pêwendiyan dikim, bi taybetî di warên bazirganî, veberhênan û parvekirina zanyariyan de.”
Partiya Demokrasiya Nû ya bi serokatiya Kyriakos Mitsotakis, di hilbijartinên giştî yên Yûnanistanê de, bi rêjeya ji sedî 44ê dengan bi ser ket û hikûmeta xwe ya serdema duyem bi seroktiya Miçotakis ava kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin