Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Serokwezîra nû ya Brîtanyayê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo hilbijartina wekî Seroka Partiya Mihafezekaran û Serokwezîrtiya Brîtanyayê pîrozbahî Liz Truss kir.
Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitter Liz Truss pîroz kir û got: “Ez di wê baweriyê de me ku wê di serpereştiya we de, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê zêdetir bi pêş ve biçin.”
Congratulations @trussliz on your appointment as UK Prime Minister.
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) September 6, 2022
I am confident that engagement between the Kurdistan Region and the United Kingdom will continue to thrive under your leadership -mb.
Hêjayî gotinê ye, Liz Truss a ku Wezîra Derve ya Brîtanyayê bû, piştî karvekêşana Serokwezîr Borîs Johnson di nav Partiya Mihefezekaran de, ji bo seroktiya partiyê dengê herî zêde wergirtibûn û doh 5ê Îlona 2022an hatibû eşkere kirin ku ew wekî seroka partiyê hatiye hilbijartin.
Liz Truss wekî Seroka partiya deshilatdar erka serokwezîrtiyê distîne û îro li Koşka Buckingham a Brîtanyayê piştî destnîşankirina Şahbanû Elizabeth a Duyem dest bi kar kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin