Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir

06 February 2025 13:15 0 dîtin
Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi wesîleya damezrandina sala 31emîn a damezrandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Sekreterê Giştî yê Yekgirtû Selahedîn Mihemed Behaedîn kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi wesîleya damezrandina sala 31emîn a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, bi germî pîrozbahiyê li we û serkirdayetî û endamên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.”

Wî her wiha got: “Hêvîdar im Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di xebat û têkoşîna xwe ya ji bo parastina mafên rewa yên gelê Kurdistanê, destkeftên nîştimanî û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê de berdewam be.”