Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Trump kir
PeyamaKurd – Li gor encamên nefermî yên hilbijartinên serokatiya Amerîkayê, Donald Trump bû serokê 47emîn. Trump bi axaftinekê serkeftina xwe ragihand. Her weha serokê meclisa nûneran jî ragihand ku Trump serokê wan ê nû ye.
Her bi vê helkeftê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê pîrozbahî li Donald Trump kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî Donald Trump etîket kir û got: “Ez bi hêvî me ku hevkariyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de kûrtir bibin û bi hev re kar bikin ji bo pêşdebirina aştî û aramiya herêmê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin