Serok Barzanî pîrozbahî li Yekgirtûya Îslamî kir

06 February 2025 14:57 0 dîtin
 Serok Barzanî pîrozbahî li Yekgirtûya Îslamî kir

PeyamaKurd – Bi wesîleya damezrandina sala 31emîn a Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê ji birêvebiriya partiye re şand.

Serok Barzanî, di peyama xwe de destnîşan kir ku ew qîmetê didin helwêsta Yekgîrtûya Îslamî ya di dema qeyranan de û rol û bandora birêvebiriya partiyê ya di pêvajoyên siyasî de.

 Wî her weha bal kêşa ser pêwîstiya yekîtî û hevkariya di navbera partiyan de ya ji bo armancên stratejik û got:

“Ji bo 31emîn salvegera damezrandina Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, ez pîrozbahiyê li birêz Mela Selahedîn Behaeddînê serokê giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, birêveberî, endam û alîgirên wê dikim û hêvî dikim ku ew bi serkeftin û bi berdewamî bigihîjin armancên xwe.”