Serok Barzanî pîrozbahî li Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro Yekşemê 6ê Sibata 2022yan, bi sedema ji nû ve hilbijartina wî wekî Serokê Partiya Bizava Îslamî ya Kurdistanê (Bizûtnewe) peyameke pîrozbahiyê bo Şêx Îrfan Elî Ebdulezîz belav kir.
Partiya Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê di kongreya xwe ya 12emîn a doh Şemiyê li Hewlêrê hatibû lidarxistin de, car din Îrfan Ebdulezîz ji bo seroktiyê hilbijart.
Peyama Serok Barzanî ya pîrozbahiyê wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz Şêx Îrfan Elî Ebdulezîz Rêberê Tevgera Îslamî ya li Kurdistanê
Bi helkefta danîna we ya birêz wekî Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî li Kurdistanê û serkeftina 12. Kongreya partiya we, pîrozbahiyê li we yên birêz û serkirdayetî û hemû kadîr û endam û alîgirên we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.
Bi wê hêviya fireh alî û tebayî û birayetiya di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê kûrtir bibê û hemû aliyek li xizmeta berjewendiyên bilindên gelê Kurdistanê da bîn û Tevgera Îslamî li Kurdistanê jî li erk û çalakiyên xwe da serkeftî bê.
Mesûd Barzanî
06.02.2022

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin