Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li serokkomarê nû yê Lubnanê kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber ku wekî serrokkomarê nû yê Lubnanê hatiye hilbijartin, pîrozbahî li Joseph Aun kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ya li ser hesabê xwe yê Xê got:
"Ez pîrozbahiyê li cenabê Serok General Joseph Aoun dikim ji ber ku wekî Serokê Komara Lubnanê hatiye hilbijartin û hêviya serkeftinê di rêberiya wî de ji Lubnanê re dixwazim ku dê wê ber bi aramî û bextewariyê ve bibe. Em tekez dikin ku em dixwazin hevkariyên di navbera Herêma Kurdistanê û Lubnanê de zêdetir bikin bi awayekî ku dê xizmeta berjewendiyên hevbeş bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin