Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Trump kir

06 November 2024 13:01 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Trump kir

PeyamaKurd – Li gor encamên nefermî yên hilbijartinên serokatiya Amerîkayê, Donald Trump bû serokê 47emîn. Trump bi axaftinekê serkeftina xwe ragihand. Her weha serokê meclisa nûneran jî ragihandiye ku Trump serokê wan ê nû ye.

Bi vê boneyê, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê  pîrozbahî li Donald Trump kir.

Nêçîrvan Barzanî Donald Trump cîgirê wê JD Vance etiket kir û got: “Ez pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî serok Donald Trump û Cîgirê serokê Hilbijartî JD Vance dikim ji ber serkeftina wan a hilbijartinê.

Ez hêvî dikim ku bi hev re kar bikin ji bo zêdetir bihêzkirina hevkariyên me û kûrkirina peywendiyên dualî di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Amerîkayê de.”