Trump nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re sand û serkeftin xwest

20 February 2025 18:02 0 dîtin
Trump nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re sand û serkeftin xwest

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şandiye,

Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro 20ê Sibatê ragihand ku nameya Trump gihîştiye Nêçîrvan Barzanî û di nameyê de tekezî li ser bihevre karkirinê û alîkarîkirina hevpar di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de hatiye kirin.

Hate diyarkirin ku ew name bi destnivîsê hatiye nivîsandin ku Trump bersiva nameyeke Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daye.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê parve kir, “Zêdebarî spasdariyê ji bo nameya Nêçîrvan Barzanî, Trump di wê nameyê de tekezî li ser bihevrekarkirin û alîkariya hevpar û berdewamkirina nirxên hevpar bi Herêma Kurdistanê re kiriye.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump di dawiya nameya xwe de hêviya serkeftinê ji Serokê Herêma Kurdistanê re xwest.