Serokwezîra Brîtanyayê nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re sand
PeyamaKurd – Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand.
Îro 4ê Cotmeha 2022an Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss, nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û di nameya xwe de spasiya beşdariya Nêçîrvan Barzanî kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê da zanîn, Liz Truss di nameya xwe de spasiya beşdariya Nêçîrvan Barzanî kiriye ji ber beşdariya wî di merasîma bixakspartina Şahjina Brîtanya ya koçkirî de û herwiha xweşhaliya xwe ji bo hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê re li Londonê nîşan daye.
Herwiha di nameya xwe de, xanim Truss spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî kir ji bo beşdarbûna wî ya di merasîma taziya Şahbanûya Elizabeth ya Duyem, Şahjina koçkiriya Şahnişîna Yekgirtî da û herwisa kêfxweşiya xwe jî ji bo careke din bi hevdîtina Serok Nêçîrvan Barzanî nîşan da.
Di berdewamiya nameyê de Serokwezîra Brîtanyayê têkiliyên welatê xwe digel Herêma Kurdistanê weke hevkarekî sereke li Rojhilata Navîn bilind dinirxîne, herwiha balê dikşîne li ser wê yekê ku Şahnişîna Yekgirtî digel Herêma Kurdistanê bihayên hevbeş wek azadiya raderbirînê û perwedeyê û pirsên pêşîne yên wek pirsên ewlehiyê û rûbirûbûna terorê heye û xebatên me li ser van pirsan û karê hevbeş berdewam dibin.
Herî dawî Liz Truss hêvî xwest ku di erkê xwe yê nû de baştir bi Herêma Kurdistanê re kar bike û dostayetî û pêwendiyên di navbera her du welatan de berfirehtir bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin