Serokwezîra Brîtanyayê, ji bo Serokwezîr Barzanî nameyek sand
PeyamaKurd- Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss, ji bo Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, mameyek şand. Li gorî agahiyên hatin parvekirin, di nameyê de papendiya Herêma Kurdistanê ya di warê parastina asayîş û aramiyê de hatiye destnîşankirin.
Li gorî agahiyên ku hatin parvekirin, di nameya Serokwezîr Truss de amaje bi serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya ji bo Brîtanyayê ya nîsana borî hatiye kirin û hatiye gotin ku
“Ez gelek kêfxweş bûm ku di meha nîsana îsal de me li Londonê pêşwazî li we kir û em hêvîdar in ev serdan berhemdar bûbe. Ez xweşhal im ku pêwendiyên me yên dîrokî îro jî ji her demê zêdetir bihêztir in.
Em xwedî nirxên hevbeş in û em pabendî parastina asayiş û aramiya Herêma Kurdistanê ne. Wekî beşek ji Iraqeke bihêz û yekgirtî û berdewam dibin ta ku ji nêzîk ve bi hev re rûbirûyî terorê bibin.”
Serokwezîr Truss, di dawiya nameya xwe de li ser pêşvebirina pêwendiyan rawestiyaye û gotiye ku “Ez hêvîdar im em bi hev re ji bo bihêzkirina pêwendiyên me kar û xebatan bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin