Serokwezîr Barzanî û nûnera Serokwezîra Brîtanyayê civiyan

29 November 2018 19:10 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî û nûnera Serokwezîra Brîtanyayê civiyan

PeyamaKurd - Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê pêşwaziya Nûnera Taybet a Serokwezîra Brîtanyayê ya Karûbarê Bazirganiya Derve Emma Nicholson Baroness û balyozê Brîtanyayê li Iraqê John Wilkes û konsolê Brîtanyayê li Hewlêrê Martin War kir.

Malpera hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê de ragihand, nûnera serokwezîra Brîtanyayê Emma Nicholson Baroness kêfxweşiya xwe li hember pêşketinên li herêma Kurdistanê yên piştî rewşeke giran a li Iraqê û herêma Kurdistanê nîşan daye û destxweşî li hikûmetê kiriye bi sedema pêngavên diyalog û peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û çareseriya beşek ji pirsgirêkan.

Xanim Baroness herwiha di civînê de diyar kir ku Brîtanya amade ne sermayedarên Brîtanyayê ji bo karkirina li herêma Kurdistanê û beşdariya pêşdebirina aboriya Iraqê teşwîq bikin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî spasiya alîkariyên mirovî û leşkerî yên Brîtanyayê bo herêma Kurdistanê kir û pêşwazî li pêşniyarên şanda mêvan kir.

Barzanî bal kişand ser peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û teqez kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê piştgirî li hikûmeta birêz Adil Ebdulmehdî dike û hewl dide hikûmeteke serkeftî be û seqamgiriya aborî, siyasî û ewlehiyê vegerîne Iraqê.