Macron ji Nêçîrvan Barzanî re nameyek sand: Fransa û Kurdistan xwedî peywendiyeke dîrokî û bêhempa ne!

30 September 2021 15:36 0 dîtin
Macron ji Nêçîrvan Barzanî re nameyek sand: Fransa û Kurdistan xwedî peywendiyeke dîrokî û bêhempa ne!

PeyamaKurd - Serokê Fransayê Emmanuel Macron nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand û tê de got, Fransa wê alîkarîya Herêma Kurdistanê berdewam bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Pêncşemê 30yê Îlonê pêşwazî li Konsolê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî naveroka hevdîtinê belav kir û ragihand, Konsolê Fransayê Olivier Decottignies nameyeke Emmanuel Macron Serokê Fransyê gihandiye Nêçîrvan Barzanî.

Di nameyê de, Macron serdana xwe ya bo Hewlêrê bi bîr aniye û ji ber pêşwaziya germ a li wî spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye.

Nameya Macron a bo Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Rêzdar cenabê serok, Nêçîrvanê hêja

Şerefmend û kêfxweşim ku li ser navê Fransa û li ser navê xwe spasiyan pêşkêşî cenabê te bikim, bo wê pêşwaziya germ ku li Hewlêrê li min kir, wek çawa di hevdîtin û civînên me yên berê de li Bexda û Parîsê, min soza serdana Hewlêrê dabû cenabê te.

Fransa û Herêma Kurdistanê xwedî peywendiyeke dîrokî û bêhempa ne ku divê em di asteke bilind de ragirin. Ev rihê dostanî û bawerî û wefedariyê di civîna me de rengvedan li ser dewlemendiya guherîna bîr û nêrînên me hebû, herwiha bi hevdîtina li gel serok Mesûd Barzanî û malbata şehîd Hucam Sûrçî li Hewlêrê, min xwest vê wefedariyê û dostatiyê bilind ragirim.

Ez piştrastim Herêma Kurdistanê dê sûdmend be ji wan pêşkevtinên di konferansa Bexdayê de bo hemahengî û hevbeşiyê bidest hatin, piştrastim jî ku Fransa li dijî terorê, herwiha jibo pêşxistina peywendiyên aborî û civakî, li ser pabendiya xwe li gel we, berdewam dibe.

Bi nûkirina wefedartirîn hêviya min bo serkevtina te cenabê serok, rica dikim rêza min a bê dawî qebûl bikin.”