Antony Blinken ji Nêçîrvan Barzanî re nameyekî sand

14 March 2023 22:37 0 dîtin
Antony Blinken ji Nêçîrvan Barzanî re nameyekî sand

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re nameyekî şand. Blinken di nama xwe de ragihand ku ew gelek kêfxweşe di Konferansa Munîhê de bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kiriye û her weha behsa çareseriya pirsgirêkên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê di rêya diyalogê de kiriye.

Blinken û Barzanî di 18 ê sibatê de li Almanya li bajarê Munîhê di konferansa Munîhê de hevdîtin kiribûn. Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê Blinken di nama xwe de gotiye:

“Ev hevdîtin derfet bû da bêjim çarseriya arîşeyên di navbera Erbîl û Bexdayê de ya di rêya diyalogê de pêwiste û divê çareseriya mayînde ji wan re bê dîtin.

Amerîka bi Herêma Kurdistanê û Iraqa federal re xwediyê hevkariya xwurte. Desteka me ji bo îstîqrar, ewlehî û desthilata Iraqê dewam dike.”