Antony Blinken sipasiya serokwezîr Mesrûr Barzanî kir
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi sedema desteka serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku da hevdîtinên stratejîk yên navbera Iraq û Amerîkayê spasiya wî kir.
Blinken di peyama ku bo Mesrûd Barzanî şand de got ku ew sipasiya Barzanî dike ji ber desteka wî ya bo di hevdîtinên stratejîk yên navbera Iraq û Amerîkayê û hem ragihand ku ew amade ye têkiliyên Amerîkayê bi Herêma Kurdistanê re bipêş bixe.
Tûra 3 em ya diyalogên stratejîk di navbera Iraq û Amerîkayê de di 7 ê nîsanê de di nav xwe de destpêkiribû. Di hevdîtinan de wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyîn û wezîrê karên derv yê Amerîkayê Antony Blinken tevlî hedîtinan bûn. Huseyîn weha gotibû:
“Em girîngiyê didin xurtkirina hevkariyê bi Amerîkayê re û di her sehayê de.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin