Antony Blinken naveroka pêwendiya bi Mesrûr Barzanî re eskere kir

24 April 2021 12:29 0 dîtin
Antony Blinken naveroka pêwendiya bi Mesrûr Barzanî re eskere kir

PeyamaKurd –  Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîka Antony Blinken, naveroka pêwendiya telefonî ya bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re eşkere kir.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîka Antony Blinken, do bi şev telefonî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Antony Blinken li ser naveroka wê gotûbêjê diyar kiriye, me pêwendiyeke berhemdar bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re kir. Me têkestî li ser hevbeşiya me kir, herwiha me qala êrişên li ser Herêma Kurdistanê kir.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîka daye zanîn, Amerîka li ser karkirin bi Iraqê re berdewam dibe da ku bikaribe rûbirûyê astengiyan bibe û serbazên Amerîkî û hevpeymaniya navdewletî biparêze.