Antony Blinken: Niha rews ji bo bidawîbûna serê Xezeyê guncaw e

13 November 2024 19:38 0 dîtin
Antony Blinken: Niha rews ji bo bidawîbûna serê Xezeyê guncaw e

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ragihand ku niha rewş guncaw e ku şerê li Xezeye bidawî bibe.

Antony Blinken li ser şerê li Xezeyê got, Îsraîlê armancên xwe li Xezeyê bi dest xistin niha dem hatiye ku şer li wir bi dawî bibe.

Blinken, li ser zehmetiyên mirovî li Xezeyê jî diyar kir, berpirsiyariya Îsraîlê li ser alîkariyên mirovî berdewam e û got, Amerîka dixwaze ku barhilgirên bazirganî derbasî Xezeyê bibin.

Antony Blinken bi bîr xist ku rêya herî baş û guncaw ew e ku dawî li şerê heyî were, heta ku ev yek pêk were jî divê fişar li Hemasê were kirin.