Antony Blinken, di hevdîtina bi Çînê re endîseyên xwe ragihand

27 July 2024 18:49 0 dîtin
Antony Blinken, di hevdîtina bi Çînê re endîseyên xwe ragihand

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê DYAyê Antony Blinken, bi wezîrê karên derve yê Çînê Wang Yi re hevdîtin kir û got ku tevgerên Çînê yên li Deyra Başûrê Çînê îstîqrarê xerab dike û desteka ku di sanayiya bergiriyê de dide Rûsyayê endîşe dide Amerîkayê.

Blinken her weha behsa Buhira Taywanê kiriye ku girînge li Buhirê, îstîqrar dewam bike. Wang Yi jî ragihandiye ku dê Taywan ti carê nebe dewletekî serbixwe.

Hevdîtina her dû wezîran li civîna wezîrê karên derve ya ASEANê de, li Laosê li payîtext Vientiane de çêbû. Hevdîtina her dû wezîran yek seet û 20 deqe dewam kir.

Li gor ragihandina wezareta karên derve ya DYAyê; di hevdîtinê de her dû wezîr li ser têkiliyên duqolî, herêmî û kureyî axifîne. Blinken behsa girînagiya rêvebirina reqabetê ya bi  berpirsiyarî, tehlîla li ser sehayên cuda bi samimiyet bê kirin, ew sehayên ji bo Amerîkayê û dinyayê girîngin, di hevkariya wan de pêşdeçûn bibin û dîplomasiyê bikarbînin.

Blinken ragihandiye ku wê mafên mirovan, parastina berjewendiyên hevkar û ortaxan dewam bike û li Çînê ew hemwelatiyên Amerîkayê ku bê sebeb wan girtine binçav û nahêlin derên derveyê Çînê, dê mafên wan biparêze.

Blinken, di hevdîtinê de behsa tevgerên Kore ya Bakûr kiriye ku tevliheviyê dike, li Myanmarê ji ber rewşa wê xerabe, divê bi hevre xebat bênkirin. Pirsgirêka Xezzayê her weha car din mijara wan bû.

Wezareta karên derve ya Çînê bi nivîskî ragihandina xwe kir û mijaran weha rêz kir:

-Di demên dawiyê de navbera her dû dewletan de û artêşa her dû dewletan de têkilî zêde bûne,

-Çîn siyaseta xwe ya li hemberê Amerîka rast dibîne, rêzgirtin û aştî di navbera herdû dewletan de heye,

-Divê Amerîka li hemberê Çîne siyaseta rast bimeşîne, her dû dewlet bixebitin da têkiliyên wan bi îstîqrar û bi sihhet bimeşe,

-Çîn, dibêje ku Amerîka di derbarê Çînê de tiştan şaş fêm dike û bi çavê desthilata xwe li Çînê dinêre, Çîn di seha aştî û ewlehiyê de di dinyayê xwediyê sîcîla herî paqije,

-Wê Taywan ti carê nebe dewletekî serbixwe,

-Çîn, bi Fîlîpînê re di demên dawiyê de peymana demkî çêkiriye, divê Fîlîpîn soza xwe bîne cîh û Amerîka destê xwe bi neyînî nexe nav aştiya çêkirî,

-Di mijara Rûsya û Ûkrayna de, tewrê Çînê zelale, aşkera û durist tevidgere, aştiyê û muzakereyan destek dike.