Antony Blinken ji Çînê çû Îngîltere
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken seredana xwe ya Çînê qedand û ji Çînê çû Îngîltere. Blinken wê li Îngîltere tevlî konferansa ji bo alîkariya ku Ûkrayna ji îşxala Rûsyayê rizgar bibe û jê re desteka navdewletî zêde bikin, bibe.
Di çarçova roja multeciyan ya dinyayê de, Blinken bi wezîrê karên derve yê Îngîltere James Cleverly re hevdîtin kir û çû navendekî Ûkrayniyan ku ji bo entegrasyona wan ya bi xelkê Îngîltere re li Londrayê hatiye avakirin. Bende ne ku Blinken îro bi wezîrê karên derve yê Ûkraynayê bi Dimitro Kuleba re hevdîtin bike.
Konferansa ji bo başkirina têkiliyên bi Ûkrayna re 2 roj dê dewam bike û sibê destpêbike. Berya konferansê seroka komisyona Awrûpayê Ursula von der Leyen ji bo Ûkraynayê bi miqdarê 50 milyar Euro paketa destekê ragihand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin