Lîderên Çînê û Îngîltere di zîrwa G20an de civiyan

18 November 2024 21:22 0 dîtin
Lîderên Çînê û Îngîltere di zîrwa G20an de civiyan

PeyamaKurd – Di çarçova zîrwa G20an ya 19em de, li Brezîlyayê serokê dewleta Çînê Şi Cinping, li bajarê Rio de Janeiro, bi serokwezîrê Îngîltere Keir Starmer re civiya. Ji sala 2018an heya niha cara yekeme ku her dû lêder rû bi rû hevdibînin.

Berdevkekî Ofîsa 10an ya serokwezîrtiya Îngîltere bi nivîskî ragihand ku serokwezîr Starmer bang kiriye her dû welatan ku têkiliyên berbiçav û pragmatik deynin. Endamên G20an û endamên konseya NY ragihandine ku Îngîltere û Çîn ji berpirsiyariya îstîqrara kureyî, hevkariya aborî û ji bo enerjiya paqij dê bi hevre bixebitin û beyan kirine. Serokwezîr Starmer, ji bo bigihên van hedefan, gotiye ku wê tewrê Îngîltere bi îstîqrar, bi rêz û pragmatik be.

Her dû teref, di mijara kêşûhewayê de, wê mijarê bixin pêş û ji bo bigihên emisyona sifir û dinayê jî bixin wê astê, bûne hemfikir.

Serokwezîr Starmer, di çarçova hevdîtinê de, gotiye wê di mijarên Hong Kongê, mafên mirovan û şerê Rûsya-Ûkayna û di mijarên ku fikrên wan cuda ne ,dixwaze bi Çînê re diyaloga durist û zelal deyne.

Her dû lîder li hev kirine ku di sala pêşiya me de, wezîrê darayî yê Îngîltere Rachel Reeves dê seredana hemkarê xwe yê Çînê, Hı Lifıng bike.

Di hevdîtinê de serokê Çînê Şi ragihand ku hedefa wan ewe ku di têgihiştina hevkariya stratejik de, ji hev re rêz bigrin, ji hev hîn bibin, hevkariya zelal bikin û ji berjwendiyên hev re rêz bigrin.

Her dû welat dê di mijarên bazirganî, veberhênan, enerjiya paqij, xizmetên fînansê, tenduristî û xizmetên refahê de têkiliyên xwe, di berjewendiyên her dû welatan de pêşde bixin.