Zîrwa lîderên Yekîtiya Ewrûpayê destpêkir

17 April 2024 23:48 0 dîtin
Zîrwa lîderên Yekîtiya Ewrûpayê destpêkir

PeyamaKurd – Lîderên welatên endamên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) li Brukselê dest bi zîrwa xwe kirin. Di nava mijaran de têkiliyên bi Ûkrayna re, yên bi Tirkiyê re, Rojhilata Navîn û aboriyê hene. Têkiliyên bi Ûkrayna re, yên bi Tirkiyê re û li ser Rojhilata Navîn, dê di celsa duyem de li ser wan biaxifin. Mijara aboriyê dê sibê bibe mijara wan.

Zîrwe bi tevlîbûna serok an serokwezîrên 27 dewletên endamên YEyê destpêkir û ev zîrwe ji ber dikeve berya hilbijartinên endamên Parlementoya Ewrûyê, girîng e.

Di civînê de serokê konseya YEyê Charles Michel serokatiya civînê kir. Seroka komîsyona YEyê Ursula von der Leyen û seroka Parlementoya Ewrûpayê Roberta Metsola amade bûn.

Piştî axaftina seroka Parlementoya Ewrûpayê Metsola, wê li ser têkiliyên bi Ûkrayna, Tirkiyê û Rojhilata Navîn re ku dikeve tûra duyem dê biaxifin.

Wê li ser mijarên aboriyê (ekonomiye) sibê biaxifin.