Angela Merkel ji lîderên Zîrwa Yekîtiya Awrûpayê xatir xwest

22 October 2021 22:51 0 dîtin
Angela Merkel ji lîderên Zîrwa Yekîtiya Awrûpayê xatir xwest

PeyamaKurd – Cara dawiyê Angela Merkel tevlî zîrweya lîderan yâ YA yê bû û xatir ji wan xwest. Şansolye Angela Merkel xwe amade dike da wezîfa xwe ya serokwezîrtiya Almanya dewr bike. Seroka Komîsyona YA yê Ursula von der Leyen û serokê konseya YA yê Charles Michel klîbekî ji bo Merkel ya ji bo xizmeta wê ya 16 salan amade kirin û sipasiya wê kirin.

Michel di axaftina xwe de got ku ev 16 sale Merkela 67 salî ‘weka abîdeyekî’ dixebite û zîrweya YA yê bê wê weka ‘Roma ya bê Vatîkanê’ û weka ‘Parîsa ku Eyfela wê tine ye’ binavkir. Michel xîtabê şexsê Merkel kir û weha got:

“Tu qîblenameya projeya Awrûpayê û rohnîdanka wê yî.”

Temamê lîderên zîrwe ya Awrûpayê li piya ji Merkel re li çepikan dan.