Sekreterê Yekîtiya Ereb: Wê zîrwa Çîn-Ereb dostaniyê û hevkariya stratejîk bipês bixe
PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Yekîtiya Ereb Ahmed Ebu Gayt ragihand ku zîrwa Çîn-Ereb têkiliyên dostanî û hevkariya stratejîk bi pêş bixe. Ebu Gayt daxwuyaniya xwe li Riyadê di hevpeyvîneka taybet de da. Gayt weha got:
“Du girîngiyên zîrwê hene ji ber berya her tiştî zîrwe serokê Çînê Xi Jinping û lîderên Ereban anî cem hev. Pêdiviya dinya Ereb bi vizyona Çînê, hewlên wê, pêşdeçûna wê û bi veberhênanên wê heye. Divê em dîroka Çînê ya kûr û fireh fêm bikin. Em ji zîrwa Çîn û Ereb gelek razî ne.
Pêdiviya herêma Ereb bi geşepêdanê heye ji ber gelek arîşe hene. Di nav welatên Ereb de pirsgirêkên geşepêdanê, siyasî, aborî, komelayetî, çandî û tenduristî hene lewra pêdiviya Eeeb bi hevkariyê heye.
Pêşniyara Çînê ya Nifş û Însiyatîfa Rê ji aliyê welatên Ereb de bi rizamendî hat qebûl kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin