Cezayîr heya niha ji bo zîrwa Yekîtiya Ereb tenê deh dewletan dawet kir

15 September 2022 21:41 0 dîtin
Cezayîr heya niha ji bo zîrwa Yekîtiya Ereb tenê deh dewletan dawet kir

PeyamaKurd – Cezayîr wê di rojên 1-2.11.2022an de bi malxweyiya xwe zîrwa Yekîtiya Ereb çêbike lê heya niha tenê ji lîderên 10 welatên Ereb re nama dawetê şandiye. Lê serokkomariya dewleta Cezayîrê bi nivîskî ragihand ku nûnerên serokkomar Abdulmecid Tebbun heya niha karibûn ji bo deh lîderên Ereban name bişînin û karê şandina nameyan dewam dike.

Heya niha lîderên Filîstîn, Urdun, Misir, Qatar, Îmarat, Kuweyt, Umman, Morîtanya, Bahreyn û Libya bi erênî bersiva nameyan dane. Wê Tebbûn di wextê pêşiya me de ji qralê Fasê (Mexrib= Moroco) Muhammedê 6 em dawet bike.

Sûriye ji 22 dewletên Ereb yeke lê ji ber endamtiya Sûriyê hatiye rawestandin û dê ji bo zîrwê nê dawetkirin.