Yekîtiya Awrûpayê heya niha dest daniye ser 13.8 mîlyar Euroyê Rûsyayê
PeyamaKurd – Komîserê Dadê yê Komîsyona Yekîtiya Awrûpayê Didier Reynders ragihand ku ji roja êrîşa Rûsyayê ji bo ser Ûkraynayê destpêkiriye heya niha bi miqdarê 13.8 mîlyar Euroyî dest danîne ser heyiyên Rûsyayê. Didier Reynders, li payîtexta Çekyayê li Pragê di civîna wezîrên dadê yên YA yê ya ne fermî de ji bo rojnamevanan daxwuyaniya xwe da. Reynders weha got:
“Heya niha ji olîgarkan û dezgeyên din me fonên bi bihayê 13.8 mîlyar Euroyî desteser kir û ev miqdar gelek zêde ye. Piraniya vî miqdarê tenê ji 27 endamên YA yê 5 welat kirine ku miqdarê wê dike zêdetirê 12 mîlyar Euroyî.”
Yekîtiya Awrûpayê heya niha 98 dezge û 1.160 kesan xistiye nav lîsta reş.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin