Yekîtiya Awrûpayê plan dike di 4 salan de bi 20 milyar Euroyî desteka leskerî bide Ûkraynayê
PeyamaKurd – Berpirsê karên derve û ewlehiyê yê Yekîtiya Awrûpayê Josep Borrell ragihand ku di çarçova şerê Rûsya û Ûkrayna de plan kirine ku di nav 4 salan de bi miqdarê 20 mîlyar dolarî desteka leşkerî bide Ûkraynayê.
Borrell, li Brukselê di wexta dawiya civîna wezîrên karên derve yê endamên Yekîtiya Awrûpayê ji bo Ûkraynayê behsa desteka dewamî û pêşbînî kir. Borrell ji bo destekê daxwaznameyekî amade kiriye ku di 4 salan de her sal 5 mîlyar Euro destekê bidin Ûkraynayê.
Borrell, ragihand ku heya niha teklîf nebûye fermî û wê di civîna ne fermî ya wezîrên karên derve yên endamên Yekîtiya Awrûpayê ku dê di dawiya meha Tebbaxê de li bajarê Toledo yê Îspanyayê de li serê biaxifin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin